Buldan: HDP bi namzetê xwe yê serokomariyê beşdarî hilbijartinan dibe

Buldan: HDP bi namzetê xwe yê serokomariyê beşdarî hilbijartinan dibe

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan ragihand: “Em ê wek HDP, di demeke nêz de namzetê xwe yê serokomariyê ji Tirkiyê re ragihînin.”

Pervîn Buldan di Kongreya Asayî ya Rêxistina Bajarê Qersê ya HDPê de axivî û ragihand, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê ji bo hilbijartinên serokomariya Tirkiyê namzetê xwe diyar bike.

Hevseroka Giştî ya HDPê diyar kir: “Niha her kes li benda mijara diyarkirina namzetê serokomariyê ne. Em ê wek HDP, di demeke nêz de namzetê xwe yê serokomariyê ji Tirkiyê re ragihînin. HDP dê namzetê xwe derxe, namzetê xwe nîşan bide û bi namzetê xwe beşdarî hilbijartinan bibe.”

Herwiha destnîşan kir: “Ti hevpeymaniya me, ne bi Tifaqa Cumhûr, ne bi Tifaqa Milletê tune ye. Tenê prensîbên me yên ku me nêzîk bike hene, dema ku wextê wê were, em dikarin rûnin û van mijaran gotûbêj bikin û di diyalogê de bin. Lê belê niha biryara HDPê ew e ku bi namzetê xwe beşdarî hilbijartinan bibe.”

Buldan li ser hilbijartinên parlamenteran jî diyar kir ku ew ê bi tifaqeke berfireh beşdarî hilbijartinan bibin û HDP ne tenê partiya Kurdan e, di heman demê de sîwana hemû netewe û çînên li Tirkiyê ye.

Pustên heman beş