Li Rihayê zarokê 9 salî bi xeletî dayîka xwe kuşt

Li Rihayê zarokê 9 salî bi xeletî dayîka xwe kuşt

 Li navçeya Siwêreg a ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê, zarokê 9 salî yê ku xwest bi çek wêne bigre, bi xeletî gule berda dayîka xwe û dayîka wî jiyana xwe ji dest da.

Li gor çapemeniya Tirkiyê li taxa Kaynakbaşi ya navçeya Siwêregê zarokê bi navê F.H dema li gel dayîka xwe li mal bûye, xwestiye bi çek wêne bigre û gule ji dest derketiye û li serê dayîka bi navê Gozel Hançer ketiye.

Piştî dengê çek hatiye endamên malbatê hatine cîhê bûyerê û dîtine ku dayîk di nav xwînê de maye û bangî tîmên navenda Lezgîn a 112ê yên tenduristiyê kirin.

Piştî hatina tîmên tenduristiyê derketiye ku dayîka bi navê Gozel Hançer jiyana xwe ji dest daye û ew ji nexwaşxaneya Siwêregê ya Dewletê re hatiye veguhestin û zarokê 9 salî yê bi navê F.H jî birine binkeyê asayîşê.

Bi psîkologekî pispor ve zarokê ku gote û îfadeyên wî hatin wergirtin piştre hate berdan û derbarê bûyerê de lêkolîn berdewam dike. 

Pustên heman beş