Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan Li Amedê Seredana PAKê Kir

Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan Li Amedê Seredana PAKê Kir

Serokê Giştî yê HAK-PARê(Partîya Maf û Azadîyan) Duzgun Kaplan, li gel Cîhgirên Serokê Giştî yê HAK-PARê Arîf Sevînç û Davût Bîlînmîş, endamê Lijneya Serokatîyê Mahsûm Çelebî, endamê Meclîsa Partîyê Mustafa Aytaç, roja 11.01.2023yê li Amedê seredana PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) kirin.

Cîhgirên Serokê Giştî yê PAKê Vahît Aba û Nûrûllah Tîmûr, Berdevkê PAKê Hanîfî Tûran, endamê Meclîsa Partîyê ya PAKê Şerîf Karakûrt pêşewazîya heyeta HAK-PARê kirin.

Di hevdîtinê da heyetên PAK û HAK-PARê girîngîya peywendîyên herdu partîyan anîn ziman û li ser rewşa Kurdistanê û Tirkîyeyê, li ser peywendîyên di navbera hêzên neteweyî da bîr û rayên xwe bi hevdu ra parve kirin.

Herweha HAK-PARê ji bo nirxandina hilbijartinên ku di 18ê Hezîrana 2023yê da dê li dar bikevin, bangî civîneke hevbeş li PAKê û hinek partî û tevgerên kurdan kir.

Pustên heman beş