3 efserên artêşa Sûriyê li Efrînê hatin kuştin

3 efserên artêşa Sûriyê li Efrînê hatin kuştin

Li gundewarê Efrînê di êrîşeke artêşa Tirkiyê de 3 efserên artêşa Sûriyê hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, artêşa Tirkiyê li gundê Miyase yê ser bo navçeya Şêrewa ya Efrînê, baregeheke artêşa Sûriyê topbaran kir û di encamê de 3 efserên artêşa Sûriyê hatin kuştin.

Di 8ê vê mehê de jî li rojhilatê Helebê, bi çekên giran û navîn, şer di navbera artêşa Sûriyê û komên çekdar ên ser bi Tirkiyê de derketibû û di encamê de 4 serbaz hatibûn kuştin û 2 serbaz jî birîndar bûbûn.

Pustên heman beş