Li Mêrdînê ji bo 15 rojan hemû cure çalakî hatin qedexe kirin

Li Mêrdînê ji bo 15 rojan hemû cure çalakî hatin qedexe kirin

Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ji bo 15 rojan, hemû cure çalakî û xwepêşandan hatin qedexekirin.

Parêzgariya Mêrdînê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ji bilî çalakiyên ku parêzgarî û qeymeqamî guncaw bibînin, di nav sînorên parêzgeha Mêrdînê de ji 14ê Çileyê roja Şemiyê demjimêr 00:01 heta 28ê Çileyê roja Şemiyê demjimêr 24:00ê, ji bo 15 rojan, hemû cûre çalakî û xwepêşandan hatin qedexekirin.

Di daxuyaniya parêzgariyê de hatiye eşkerekirin, “hemû çalakiyên wekî kombûn, meş, xwepêşandan, çalakiya rûniştinê, vedana konan, vekirina standan û herwiha belavkirina danezan û broşuran ji 14ê Çileyê roja Şemiyê demjimêr 00:01 heta 28ê Çileyê roja Şemiyê demjimêr 24:00ê, ji bo 15 rojan, hemû cûre çalakî û xwepêşandan hatin qedexekirin “.

Pustên heman beş