“Ev salek e kurê me hatiye kuştin û PKKê termê wî nade me”

“Ev salek e kurê me hatiye kuştin û PKKê termê wî nade me”

Xortekî Kakeyî ji gundên derdora Xaneqînê, di destê PKKê de hat kuştin, lê piştî salekê ji kuştina wî, PKKê bi fermî ragihand ku ew xort hatiye kuştin û malbata wî jî daxwaza ronîkirinê dike.

Xizmekî şervanekî PKKê R.H ji BasNewsê re ragehand: ‘’Gerîlla bi navê Mihemed Hemze ye ku di nav PKKê de bi navê Egîd Kurdistan tê naskirin, lê sala 1998ê li Hewlêrê ji dayîk bûye û piştre bi rêya kesekî çûye Qendîlê.

Li gor zanyariyan, ev kes û çend kesên din bi rêya heval Dr. Azad çûye nava PKKê û weke berpirsê PKKê yê li sînorê Germiyan û Kifriyê kar dike ji bo şandina ciwanan bon ava PKKê.

Kesekî nêzîkî wê malbatê jî dibêje: “Malbata Mihemed Hemze li Germiyan û Xaneqînê hişyarî da PKK’ê ku zextê li Qendîlê bikin da ku cenazeyê kurê xwe vegerînin. Di beramber jî de PKKê ji wan re gotiye termê kurê we ne di destê me de ye û ketiye destê Tirkiyeyê.’’

Li gor zanyariyan, di destpêka vê mehê de PKKê ew malbat agahdar kiribû ku kurê wan hatiye kuştin, lê li gor daxuyaniya PKKê, roja 18.04.2022ê li Zabê hatiye kuştin.

Pustên heman beş