Stranbêjekî Tirk: Enqere paytexta Kurdistanê ye

Stranbêjekî Tirk: Enqere paytexta Kurdistanê ye

Stranbêjekî rapê yê Tirk ku ew bi xwe dibêje berê nijadperest bûye, ji nêrînên xwe poşman bûye û dibêje: Enqere paytexta Kurdistanê ye û divê pirsa Kurd were çareserkirin.

Stranbêj Serkan Îpekçîoglu ku bi nasnavê ‘Ezhel’ tê nasîn, li odeyeke gotûbêjan a Twitterê diyar kir: “Li gor min, jixwe paytexta Kurdistanê Enqere û Stenbol e. Ez bawer dikim ku bi awayekî ev pirs dê çareser bibe.”

Ezhel di odeyeke gotûbêjan a Twitterê de bal kişand ser çareserkirina pirsa Kurd û got: “Ez berevaniya Kurdistan û gelê Kurd dikim, lê li gor min jixwe paytexta Kurdistanê Enqere û Stenbol e. Ez bawer dikim ku bi awayekî ev pirs dê çareser bibe.”

Serkan Îpekçîoglu dibêje: “Jixwe Rûm çûne, jixwe Ermen çûne. Eger Kurd jî biçin êdî dilê min li ber vê yekê nikare li ber xwe bide. Ez berevaniya Kurdistan û gelê Kurd dikim, lê li gor min jixwe paytexta Kurdistanê Enqere û Stenbol e. Ez bawer dikim ku bi awayekî ev pirs dê çareser bibe. Ez jî berê nijadperestek bûm. Dema du kes di otobusê de bi hev re bi zimanê Kurdî diaxivîn, hêrs dibûm. Lewra ez wisa hatibûm hînkirin. Ez bawer im ku em ê rojên xweş bibînin.”

Pustên heman beş