Artêşa Iraqê rêgiriyê li cotkarên kurd dikin ku zeviyên xwe bikarneynin

Artêşa Iraqê rêgiriyê li cotkarên kurd dikin ku zeviyên xwe bikarneynin

Artêşa Iraqê davêje ser gundê Pelkane ya li sînorê parêzgeha Kerkûkê û rêgiriyê li cotkarên kurd ên wî gundî dike ku zeviyên xwe bikarneynin.

Li gor zanyariyan îro 22.01.2023yê careke din hêzên artêşa Iraqê avêtiye ser gundê Pelkane ya ser bi nahyeya Sergeran a qeza Dûbiz a sînorê parêzgeha Kerkûkê û rêgiriyê li cotkarên kurd ên wî gundî kirine ku zeviyên xwe bikarneynin.

Li gor zanyariyên berdest naha gundê Pelkane ji aliyê hêzeke zêde ya leşkerî ve hatiye dorpêç kirin.

Çend roj berî naha jî hêzeke leşkerî ya Iraqê cotkarên wî sînorî agahdar kiriye ku nabe zeviyan ji bo çandiniyê bikarbînin, eger na dê rastî ceza bên.

Pustên heman beş