PKKê paş ragihandina Encumena Asayîşê Êzdîyan desteser dike

PKKê paş ragihandina Encumena Asayîşê hemwlatiyên Êzdî desteser dike

Pîlanên qirêj û terorê yên Partîya Karkeran li dijî Başûrê Kurdistanê û şîniyên wê dewam dikin, herî dawî û paş îfşa bûna grûpeka terorîstî a ser bi PKKê ve ku di xwest teqînan li kampên penaberan ên Dihokê encam bidin, PKKê weke tolhildan hejmareke hemwlatiyên Êzdî desteser kirine.

Darka Mazî ji çavkaniyên xwe yên teybet hîn bû ku çekdarên rêxistina PKKê li rojên rabûrî hejmareke hemwlatiyên Êzdî yên li komelgeha Xanesorî a girêdayî Şengalê desteser kirine, weke tolhildan li himberî desteser kirina wê grûpa terorîstî a ser bi rêxistinê ve ku di xwest kiryarên terorîstî û teqînan li kampên penaberên Êzdî yên li sînorê parêzgeha Dihokê encam bidin.

Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê li roja 18/1/2023 daxuyaniyek vîdyoyî belav kir û tê de danpêdanên grûpeke terorîstî a girêdayî PKKê hatin aşkere kirin ku vê grûpê çavdêriya otombîlên leşkerî, kesayetiyên olî, civakî û siyasî dikirin bi armanca pêkanîna kiryarên terorîstî û hemwext encamdayîna teqînan li kampên (Şarya, Bêrsvê, Kebertû û Şêxan) yên li parêzgeha Dihokê.

Paş belavbûna vê daxuyaniya Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, rêxistina PKKê pîlanên tolhlidanê çêkirine û herî dawî hejmareke hemwlatiyên Êzdî yên li komelgeha Xanesorê desteser kirine.

Darka Mazî hîn bû ku navê hinek ji wan Êzdiyên ku ji hêla PKKê ve hatine desteser kirin wisane:

Sed, Selah û her wiha hemwlatiyê bi navê Lazim Ecac.

Hêjay gotinê ye, rêxistina PKKê li meha çirya duyemîn a sala rabûrî 2022an jî senaryoyek çêkirbû û danpêdanên hinek hemwlatiyên Êzdî li telefizyûna xwe a bi navê Çira belav kirin ku li jêr îşkenceyê ew danpêdan ji wan hemwlatiyên Êzdî hatbûn girtin ku wan alîkarîya saziyên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê û îstixbarata dewleta Tirk kirine.

Kampên ku rêxistina PKKê di xwest li vê dawiyê teqînan lê encam bide, heman kampin yên ku Kurdên Êzdî lê dimînin, yên ku piştî êrîşa terorîstên DAIŞê lê bicîh bûne û heya roja me ya îro jî nikarîne ji ber ne aramiya asayîşê û xwesepandina grûpên neyasayî û PKKê li Şengalê vegerin warên xwe.

Pustên heman beş