Jenosîda berê ya DAIŞ’ê û cînosayda niha ya PKK’ê li ser Êzidiyan

Jenosîda berê ya DAIŞ’ê û cînosayda niha ya PKK’ê li ser Êzidiyan

Di roja 3/8/2014an de çekdarên ser bi rêxistina terorîstî ya bi navê DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin, bi sedema vê êrîşê hejmarek herî zêde ya Êzidiyan hatin kuştin, revandin û gelek jî ji warê xwe durketin û neçar man di kampan de û di rewşeke pir xerab de bijîn, êrîşa DAIŞ’ê li ser Şengalê wusa kir ku gelê êzdî ji hev veqete û dûratiyek di nêvbera wan de dirust bibe, lê belê, ya ku îro PKK’e di derheq Êzdîyan de dike ger ji wê ya ku DAIŞ’ê bi Êzidiyan kirî pêtir nebe, bê guman ne kêmtir e.

Ti tiştekî Êzidiyan tune ku PKK’ê destwerdan têde nekirî, Şengal a ku bi paytextê ola Êzidiyan tê naskirin, Şengal a ku bi sedan salan êzdî di hembêza xwe de xwedî kirine, Şengal a ku koka êzidxanê û gelê aştîxwazê Êzidiye, bi saya serê PKK’ê hêjan wêran maye, ew Şengal a ku di berê de gelê êzdî têde kêfxweş û evîndarên jiyan kirinê, Şengal a ku êzdî têde bi sitran û dîlanan dijiyan îro bi saya serê PKK’ê tev nirx û bihayên xwe yên berê ji dest dane, ji ber ku PKK’e jenosîdeke çandî li ser vî bajarê kurdan pêktîne. PKK’e li Şengalê heqaretê li çand û kiltûr û ola bav û kalên Êzidiyan dike.

PKK’ê ji aliyê civakî ve Şengal jenosîd kiriye

PKK’e îro li Şengalê bûye derdekî bêy derman, PKK’e li Şengalê pêş her tiştî mejîkê ciwanên êzdî tevlîhev dike, wan fêrî karên xerab weke heqaretkirin bi pîroziyên ola Êzidiyan, heqaretkirin bi çand û kiltûra Êzidiyan dike, PKK’e ciwanên êzdî ji ol û xwandin û dibistanê dûr dike, nahêle êzdî bi azadî bijîn û xwe weke berê nas bikin û ber bi pêş biçin, heya ku bikare wan di bin kontrola xwe de bihêle. PKK’ê jiyana tev Êzidiyan xistiye bin sêbera çek.

PKK’e li Şengalê di tunelekî de ku li çyayê şengalê çêkirye gelê êzdî li gor heza xwe bi îdolojya xwe ya genî perwerde dike, wan li ser fikarên dûr ji ola pîroz a êzidîxanê perwerde dike, heqaretê bi tawusê melek dike û ji wan re dibêje ev çîvanokek pêkenoke, nabe hûn bahwer bikin, sedema vê yekê ku evqas ferman li ser we tên meşandin bawer kirina van çîvanokên neraste, bi vê yekê jî civaka êzdî ji hev vedqetîne û wan li gor berjewenda xwe perwerde dike.

PKK’ê ji aliyê erdinîgarî û ewlehî ve jî Şengal jenosîd kiriye

Her kes dizane çiyayê Şengalê sembola berxwedana Êzidiyan e bi dirêjahiya dîrokê, ev çiya hertim ji êzidiyan re weke cihekî ewle bûye û êzdî ji pêtrî ji 73 fermanan parastine, di hundirê her êzidiyekî de çiyayê Şengalê xwedî taybetmendî û pîrozî ye, ji ber ku stargeha parastina Êzidiyan e ji dest her dujminekê, lê belê, PKK’ê îro bi dehan tunêl li vî çiyayê pîroz kolandine, zindanên bin erd tê de çêkirine û rê bi êzidiyan nade biçin çiyayê Şengalê, PKK’e bi awayekî berdewam Ereba li Sûriyê tîne ji boy ku li çiyayê Şengalê tûnêla ji çekdarên wê re bikolin. PKK’ê gelê êzdî ji milk û malên wan ji bax û bostanên wan yên li vî çiyay dûr kirine rê bi wan nade erdên xwe bikar bînin, bi vî awa be wê di demekî pirr nêz de êzdî vî çiyayê ku sembola parastina wane ji dest bidin.

PKK’e her wiha lawaziya barê aborî yê gelê êzdî ji xwe re wek fersend dibîne û erd û milkên wan bi pereyekî herî kêm dikire, ev jî wê gomanê dirust dike ku PKK’e ji boy ku ereba yan jî hin ji kes û malbatên ser bi xwe ve li wir nîştecî bike dikire, yanjî dibe ku bi vê yekê ji gelê êzdî re bibêje em in xwediyên vî erdî.

Her ku diçe rewşa ewlehî ya şengalê pêtir xerab dibe, PKK’e jî li şûna çareserkirina vê rewşê bi awayekî berela bi karê çekdarkirina bi zor ya ciwanên êzdî yên di bin 18 saliyê de radibe, bi pereyê ku ji hevalbendên xwe werdigire mûçeyekî herî kêm bi van ciwanan dide û wan dixapîne û dixe bin kontrola xwe de, PKK’e van ciwanan li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û li dijî hikûmeta Îraqê û her kesekî ku li dijî berjewendiyên PKK’ê tev bigere bikartîne.

PKK’e bi awayekî pir bêexlaq van ciwanan perwerde dike, bi awayekî bi mejîkê wan dilîze ku wan razî dike heta birayên xwe jî bikujin, ji boy vê yekê jî PKK’e berdewam van ciwanan di bin perwerdeya fikrî û leşkirî ya xwe de dihêle.

Her weha PKK’e van ciwanan li ser çewaniya çêkirina bombeyan û veguhastina wan perwerde dike, baştirîn mînak jî li xwe mukirhatina endamên wê grûpa terorîstî bû ya ku saziya Dije Terora Kurdistanê du roj berê îfadeyên wan parvekirî.

Van ciwanên êzdî yên ku mejîkê wan bi îdolojiya genî ya PKK’ê û rêberê wê hatiye şûştin û endamên YBŞ’ê ne, di îfadeyên xwe de eşkere kir ku PKK’ê ji her yek ji wan re bombeyek da, heya ku di nava kampên birayên xwe yên êzdî de biteqînin.

Li vir ev pirse serhildide, gelo Êzidiyan heya niha ti fêde ji PKK’ê kiriye, ji xeynî zirara madî û canî? Çima PKK’e li Şengalê evqas planên terorîstî li dijî mirovahiyê organize dike? Çima ciwanên êzidî teşvîq dike di nava kampên birayên xwe de teqînan pêk bînin? Gelo bi rastî jî PKK’e dixwaze gelê êzdî çewa li himber raya giştî ya navxweyî û cîhanî berçav bike?

Pustên heman beş