Demîrtaş: Namzetbûna Erdogan bo serokomariyê neyasayî ye

Demîrtaş: Namzetbûna Erdogan bo serokomariyê neyasayî ye

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ragihand, namzetbûna Erdogan ji bo serokomariyê, ne li gor yasayan e.

Selahattîn Demîrtaş li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Erdogan him ji ber ku bawernameya wî ya zanîngehê tune ye, eger hebe jî, ji ber ku nikare cara sêyem bibe serokomar, namzetbûna wî, ne li gor yasayan e û li derveyî rewatiyê ye.”

Demîrtaş dibêje: “Qebûlkirina namzetiya Erdogan ji aliyê Saziya Bilind a Hilbijartinan ve, vê rastiyê naguherîne. Tenê, Saziya Bilind a Hilbijartina dibe şirîkê sûceke din.”

Herwiha diyar dike: “Dibe wisa bikin ku Erdogan wek namzetekî neyasayî û derveyî rewatiyê beşdarî hilbijartinan bibe, lê belê wek namzetekî pirûpak ti car nabe.”

Selahattîn Demîrtaş eşkere dike: “Ez ê li dijî namzetiya Erdogan, daxwaznameya îtîrazê pêşkêşî Saziya Bilind a Hilbijartinan bikim. Ma Erdogan qral e ku yasa wî girê nadin? Biborin, ez qralê wî nas nakim.”

Pustên heman beş