Derbarê bûyera kuştina 5 hemwelatiyên Duhokê de komîsyonek hat avakirin

Derbarê bûyera kuştina 5 hemwelatiyên Duhokê de komîsyonek hat avakirin

Li Mêrdînê derbarê lêpirsîna bûyera kuştina pênc hemwelatiyên Duhokî de bi serpereştiya parêzgarê Mêrdînê Mahmut Demîrtaş komîsyonek hat avakirin. Li gorî zanyariyan, sabiqeya tometbarên sereke F.A û A.K heye û ew berê jî tevlî hin tawanên din bûne. 

Ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Mêrdînê ve lêpirsîna derbarê bûyera kuştina her pênc hemwelatiyên Duhokî de bi berfirehî berdewam dike. Bi serpereştiya Parêzgarê Mêrdînê Mahmut Demîrtaş komîsyonek hat avakirin û bûyer bi hemû hurgiliyên xwê tê lêkolînkirin.

Li gor agahiyan, her du tometbarên sereke F.A û A.K ji berê jî hin sûc kirine û sabiqeya wan heye. 

Ji aliyê serdozgeriyê ve lêpirsîn tê berfireh kirin û derbarê tometbaran de zanyarî têne berhevkirin. Li gor hin agahiyan, dibe ku serdozgerî peyamên WhatsApp’ê yên di navbera tometbaran de ji Amerîkayê bixwaze û heger nivîs ji mobîl telefonan hatibin jêbirîn jî dê bêne bidestxistin.

Di 19ê Rêbendanê de di êrişeke çekdarî de sê jê jin pênc welatiyên ji parêzgeha Duhok a Herêma Kurdistanê li ser rêya Nisêbîn û Mêrdînê hatibûn kûştin.

Derbarê bûyerê de heft kes hatibûn desteserkirin. Ji heft tometbaran 3 kes bi merc hatibûn berdan û yek jê jin 4 kes hatibûn girtin. Tometbar li xwe mikurhatibûn ku wan her pênc hemwelatî kuştine.

Lêpirsîna derbarê bûyerê de bi berfirehî berdewam dike.

Pustên heman beş