MSD: Nêzîkbûna Şam û Enqerê ji bo têkbirina Rêveberiya Xweser e

msd-syria-turkey-reveberiya-xewser

MSDê ragihandiye ku nêzîkbûna Şam û Enqerê ji bo têkdana projeya Rêveberiya Xweser û kûrkirina krîza Sûriyê ye.

Bi dirûşma “Ji hev nêzîkbûna Şam û Enqerê û rengvedana wê li ser doza Sûriyê û penaberan”, Nivîsgeha Peywendiyan a Encûmena Sûriyeya Demokrat MSDê, roja Çarşemê 25ê Çile panelek lidar xist.

MSDê di wê panelê de ragihand ku nêzîkbûna Şam û Enqerê ji bo têkdana projeya Rêveberiya Xweser e.

Herwiha tekezî li ser wê yekê jî kir ku Tirkiye yek ji dewletên xwedî bandor e di krîza sûriyê de û ji destpêka wê krîzê ve, Tirkiyê piştgirî û alîkariya grûpên çekdar kiriye.

Endamê Ofîsa Têkiliyên Giştî ya MSDê Elî Rehmûn di panelê de ragihand, “Em hemû dizanin ku Tirkiye yek ji wan dewletan e ku di krîza Sûriyê de xwedî rol e. Ji destpêka aloziya Sûriyê ve destekê dide çeteyên çekdar, lê piştre ew kom ketin bin sîwana rêxistinên cîhadî”.

Rehmûn da zanîn ku Tirkiye dixwaze armancên xwe pêk bîne û got, “Dagirkeriya Tirkiyê ya li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê bandoreke neyînî kir. Em hemû dizanin ku dema DAIŞ li ser sînorê Tirkiyê bû ti pirsgirêk derneket. Lê dema ku pêkhateyeke demokratîk li herêmê derket holê, li pêşberî wê rawestiya û xwest bi parçekirin û dagirkirina xaka Sûriyê bigihêje armancên xwe”.

Di heman panelê de MSDê ragihand ku, Rêveberiya Xweser rejîma sitemkar napejirîne û dê kar ji bo Sûriyeya nenavendî bike.

Meclisa Sûriyeya Demokratîk herwiha destnîşan kir ku ew nêzîkbûna di navbera Şam û Enqerê de red dike, ji ber ku ne li gor berjewendiya gelên Sûriyê ye.

Endamê Partiya Yek’tiya Kurd Osman Elî diyar kir ku lihevkirina Şam-Enqerê demkî ye û armanca vê nêzîkbûnê “vegerandina penaberan e”.

Doktor Hesen Şewax jî diyar kir ku gelê Sûriyê li dijî nêzîkbûna Şam-Enqerê ye û destnîşan kir, çareseriya aloziya Sûriyê dê “bi pêkanîna mînaka Rêveberiya Xweser li tevahiya Sûriyê” be.

Pustên heman beş