Rêxistina PKK’ê karên xwe yên dije mirovahî li Başûrê Kurdistanê berdewam dike, herî dawî jî 17 tûrik hebên metirsîdar derbasî bajarokê Pênciwînê kirine.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, çekdarekî PKK’ê yê bi navê “Mehdî” li destpêka meha 10/2022an zêdetirî 17 tûrik ên 50 kîloyî ên curekî hebên metirsîdar bi alîkariya YRK’ê veguhastine Pênciwînê.
Li gor zanyariyên taybet yên pêgeha Darka Mazî, keskî bi navê Serhildan ku berpirsê darayî yê YRK’ê ye li bajarokê Pênciwîn hevalekî xwe agahdar kiriye hinek tişt hene li cem kesekî bi navê “Mehdî” li bajarokê Çarqurne û divê herî zû ew tişt werin veguhastin bo bajarokê Pênciwîn.
Li gor agahiyên Darka Mazî, li ser daxwaza Serhildan hevalê wî çûye bajarokê Çarqurne û ew tişt “17 tûrik heb” wergirtine û ji boy bajarokê Pênciwînê veguhastine.
Zanyariyên pêgeha Darka Mazî wusa didin xuyakirin ku hebên hatiye veguhastin ji cureyê Pseudoephedrine bûne ku ji boy dirustkirina maddê hişber ji cureyê “Kirîstal” tê bikar anîn.