Nêçîrvan Barzanî û Erdogan li Enqerê civiyan

Nêçîrvan Barzanî û Erdogan li Enqerê civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Enqerê kir û ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan civiya û çend mijarên cihê girîngîdana hevbeş a herdu aliyan gotûbêj kirin.

Îro Pêncşemê 26ê Çileya 2023an, Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdanekê gihîşte Enqerê û ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan civiya.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin: “Di civînê de pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Tirkiyê, rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, bi taybetî piştî destbikarkirina kabîneya nû ya Hikûmeta Federal a Iraqê, pêwendiyên Hewlêr – Bexdayê û gotûbêja çareserkirina kêşeyên navbera wan û derfetên alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Tirkiyê di warê enerjiyê de, hatin gotûbêjkirin.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê eşkere kir: “Herdu aliyan tekezî li ser daxwaza dualî ya pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê di hemû waran de kirin, bi taybetî jî di warê bazirganî û aborî û sûdwergirtina ji wan derfetên ku ji bo berfirehkirina alîkariya hevbeş a Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Tirkiyê di warê enerjiyê de hatiye holê ku dibe rola wê ya aktîv hebe di tijekirina wê valahî û pêwîstiya îro ya li cîhanê, bi taybetî li Ewropayê di warê enerjî û gaza sirûştî de dirust bûye.”

Herwiha hat diyarkirin: “Girîngiya bihêzkirina alîkarî û hevahengiya Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Tirkiyê ji bo parastina asayîşa sînor, pêşhateyên herî dawî yên şerê dijî terorê û metirsiyên DAIŞê li Iraq û Sûriyê, rewşa navçeyê bi giştî û çend mijarên din ên cihê girîngîdana hevbeş, beşeke din a civînê bû.”

Pustên heman beş