Di 23 rojan de Tirkiyê 42 gundên Rojava Kurdistanê bombebaran kirine

Rojava-kurdistan-turkey-sdf (2)

Di bîlançoya 23 rojan ya êrşên artêşa Tirkiyê de li ser Rojava Kurdistanê, 42 gund û nuqte hatine bombebaran kirin, HSDe dibêje 4 welatîyan jiyana xwe ji dest da ne û 11 leşkerên rejîma Sûryê birîndar bûne.

Artêşa dewleta Tirk di 23 rojan de bi çekên giran û balafirên bêmirov, êrşî 42 gund û nuqteyên li Rojava Kurdistanê û herêmên li bakur û rojhilatê Sûryê kir, di encamê de 4 welatîyan jiyana xwe ji dest da ne û 11 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûne.

Li gorî agahiyên ku HSDê parvekirine, artêşa dewleta Tirk 42 gund li Eyn Îsa, Efrîn-Şehba, Til Temir û Kobanê encam da ne û zirarên mezin bi mal û milkên xelkê ketine.

HSDê gotiye ku şervanekî wan di van êrîşan de jiyana xwe ji dest da û 2 birîndar bûne, lê belê dewleta Tirk dibêje di van êrîşan de bi dehan şervan hatine kuştin.

 

Pustên heman beş