Ji PKKê dîsa nûçeyên kuştina ciwanên Kurdan

Rêxistina PKKê dîsa nasnameya 5 ciwanên Kurd aşkere kir ku li tîrmeha sala rabûrî 2022an dane kuştin û paş derbasbûna 8 mehan ji nû ve mirina wan ragihand.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê roja sêşemîya rabûrî 24/1/2023 nasnameya 4 ciwanên din yên Kurd aşkere kir ku li tîrmeha sala rabûrî 2022an Başûrê Kurdistanê bi destê artêşa dewleta Tirk a dagîrker dane kuştin û paş derbasbûna 8 mehan ji nû ve mirina wan îfşa kir.

Navên van ciwanan wisaye:

Zerîn Abîç ji Mêrdînê.

Poriya Îrfatî ji Kirmanşanê.

Îbrahîm Nasir ji Şirnexê.

Hisên Zeytûn ji Amedê.

Şervan Yeşar ji Colemêrgê.

HPGê berê van ciwanan jî weke bi hezaran ciwanên din daye mirinê û di pesinê wan de dîsa pir bi rûqaymî gotîye: Ew fedayîên Apo bûn, ew layîqî Rêber derketin!.

Rêxistina PKKê her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan belav dike yên ku di salên berê de feda kirîn û paş derbasbûna demek dirêj ji nû ve mirina wan îlan dike, tê texmîn kirin bi hezaran ciwanên Kurd mabin ku hêjan PKKê nasnameya wan îfşa nekirbe.

Pustên heman beş