Di meha kanûnê de 22 çekdarên HSDê hatine kuştin

turkey-rojava-kurdistan-2023-1

Di meha kanûna duyemîn de, 309 kesên sivîl û çekdar li Sûryê jiyana xwe ji dest da ne, 22 jê çekdarên Hêzên Sûryeya Demokratîk in ku di êrîşên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest da ne.

Rwangeha Sûrî ya mafên Mirovan bîlançoya zirarên canî yên şer li Sûryê aşker kir û ragihand ku di meha kanûna duyemîn ya îsal 2023an de, 309 kesan jiyana xwe ji dest da ne, 130 jê kesên sivîl in.

Li gorî Rwangeha mafên mirovan, 22 çekdarên HSDê di êrîşên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane, hemwext leşkerekî Tirkiyê ji hêla HSDê ve hatiye kuştin.

Dewleta Tirk ev dema du mehane bê navbir êrîşên hewayî li ser Rojava Kurdistanê dike û gefan dixwe ku êrîşa bejayî jî dest pê bike.

Pustên heman beş