Rewşa xirab a ewlehiya navçeyê, rêgire ji bo vegera koçberên Şingalê

Rewşa xirab a ewlehiya navçeyê, rêgire ji bo wegera koçberên Şingalê

Rêveberê Giştî Navenda Hevbeşiya Hemahengiya Krîzan li Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragehand, rêkeftina Şingalê nehatiye cîhbicîh kirin û ew yek jî rêgire li vegera koçberên Şingalê.

Rêveberê Giştî yê Hevbeşî ya Hemahengiya Krîzan li Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Husên Kelarî ji BasNewsê re ragehand: ‘’320 hezar koçber ku nasnameya wan Şingale, li Herêma Kurdistanê ne û nikarin vegerin navçeyên xwe. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî piştevaniya wan dike ku ewê bixwaze bi dilê xwe dikare vegere. Tîmên me li hemû bajaran ji bo tomar kirina wî xelkê koçber heye, ku bixwazin dikarin vegerin, lê bi zorê kes nayê vegerandin.’’

Herwaha got: ‘’Di heyama borî de 700 malbatan navên xwe nivîsandin bo vegerin Şingalê, lê dema bi çavê xwe xizmetguzarî û rewşa ewlehiya Şingalê dîtin ji wê hejmarê tenê 39 malbat razîbûn vegerin Şingalê. Yên din hemû poşman bûn, sedemê wê jî rewşa ewlehî û xirabûna bingehê aborî û nebûna xizmetguzariyan e.’’

Husên Kelarî diyar kir, heta rêkeftina Şingalê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê bi wê mekanîzmaya hatiye danîn ve neyê cîhbicîh kirin, herwaha can û malê hemwelatiyan parastî nebe û piştrastî neyê dayîn, xelk navegere. Ji aliyê din ve jî divê grûpên çekdar û milîsên ji yasayê derketî li Şingalê bên derxistin.

Kelarî derbarê vegera xelkê parêzgehên başûr û naverasta Iraqê, ku ji ber rewşa xirab a ewlehiyê koçberî Herêma Kurdistanê bûne de jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Pir kêm koçberên Enbar, Selahedîn, Nînowa û Diyale wedigerin navçeyên xwe, ji ber rewşa ewlehiya cîhên xwe piştrast nîn in û parastî nîn in.’’

Pustên heman beş