Di erdhejên Meraşê da li Amedê ji binê avahiya kavilbûyî nêzî 31 saetan şûnda jinek birîndar hat derxistin.
Li Çaryana Tesîslerê ya Baglara navçeya navenda a Amedê ji bo xelaskirina kesên ku di binê avahiya kavilbûyî ya apartmana Serîn-2yê da man, xebatên ekîbên AFAD, UMKE, ambulans, polês û cendirmeyan dewam dike.
Di xebatên xelaskirinê da ji binê kavilê nêzî 31 saet şûnda Zeynep Ateşogullari (35) hat xelaskirin.
Jinika birîndar bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê.