Hejmara qurbaniyên erdheja Bakur û Tirkiyê gihîşt 21 hezar û 43 kesan

Hejmara qurbaniyên erdheja Bakur û Tirkiyê gihîşt 21 hezar û 43 kesan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, hejmara welatiyên ku di erdhejê de canê xwe ji dest dane, gihîşt 21 hezar û 43 kesan.

Recep Tayyip Erdogan li bajarê Diyarbekirê ragihand, hejmara welatiyên ku di erdhejê de canê xwe ji dest dane, gihîşt 21 hezar û 43 kesan û 80 hezar û 900 kes jî birîndar bûn.

Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix  û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn.

Ji ber Erdhejê li bajarên Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojavayê Sûriyê jî hejmarek mezin ji avahiyan hilweşiyan û li gorî amarên ne fermî jî, zêdetir ji hezar kesî canê xwe ji dest dane.

Heta niha 76 welatan amadebûna xwe ji bo şandina tîmên alîkariyê bo mexdûran nîşan dane û zêdetirî 3 hezar kes jî bo alîkariya mexdûran gihîştine Tirkiyê.

Di vê navberê de Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li herêmên erdhej lê rû dane, ji bo 3 mehan Rewşa Awarte ragihandiye.

Pustên heman beş