Li Amedê avahiya 9 qatî ya ku xetereya wê ya rûxînê hebû rûxiya

amed-diyarbekir-kurdistan

Li Amedê avahiya 9 qatî ya ku ji ber bandora erdhejê xetereya wê ya rûxînê hebû, di dema xebatên rûxandinê de, avahî tep bû.

Li Baglara navçeya navend a Diyarbekirê, di hinek beşên Avahiya Altin Kayaya li ser rêbeja Diyarbekir-Şanliurfayê ji ber erdhejên 6ê sibatê zirar çêbûbû.

Avahiya ku piştî erdhejan hatibû valakirin ji ber xetereya rûxînê li derdora wê tedbîrên ewlehiyê hatibû danîn û rê ji hatûçûnê re hatibû girtin.

Piştî ku her du avahiyên li tenişta wê jî bi mebesta tedbîrê hatin valakirin, di çavdêriya ekîba pispor de, bi makîneyên kar dest bi rûxandina wê kirin.

Dema rûxandina wê didomiya avahî ket.

Bi makîneyên kar rakirina enqazê didome.

Pustên heman beş