Nûnerê ENKSê: Efrînî bi hatina Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dilxweş in

Nûnerê ENKSê: Efrînî bi hatina Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dilxweş in

Nûnerê ENKSê li Efrînê dide zanîn, alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bê cudahî li ser hemû pêkhateyan tên belavkirin.

Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Efrînê Ehmed Hesen ji K24 re da zanîn derbaskirina alîkariyê ji aliyê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bo Efrînê cihê kêfxweşiya hemû nişticiyên bajêr e, bi taybet ku Herêma Kurdistanê yekem alî ye ku bi hawara xelkê Efrînê ve hat.

Ehmed Hesen got jî, bandora erdhejê zêdetir li bajarokê Cindirêsê û hejmarek gundên din bûye û ji sedî 70 – 80 ji avahiyên bajarokê Cindirêsê yan bi temamî hilweşîne yan jî derz lê ketine û jiyan tê de nabe û xwediyên wan niha derbider in û pêwîstiya wan bi konan heye.

Diyar kir jî, niha alîkariyên Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li kesên ji erdhejê ziyan dîtine li ser hemû pêkhateyan tê belavkirin.

Ehmed Hesen destnîşan kir jî, Encûmenên Xwecihî yên ENKSê li Efrîn û Cindirêsê amade ne ku bi Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî re hevahengiyê bikin û hevkariyan li ser xelkê ziyandîtî belav bikin.

Pustên heman beş