Darka Mazî navên encamderên êrîşa li ser seyraniyên Nêrweyî li Bamernê eşkere dike

Darka Mazî navên encamderên êrîşa li ser seyraniyên Nêrweyî li Bamernê eşkere dike

Di 26ê Gulana 2022yê da li nêzî bajarokê Bamernê yê ser bi Qeza Amêdiyê ve, dema xelkê eşîreta Nêrweyî mijûlî seyranê û kêfxweşiyê bûn, ji nişkave dengê bombeya blind bû, di encam de 2 zarok şehîd bûn û zarokek jî birîndar bû, tevî ku Dije Terora Kurdistanê her di zû da ragihand ev zarok bi sedema êrîşa PKK’ê şehîd bûne, lê belê PKK’ê ev yek red kir û Tirkiye bi vê bûyerê tawanbar kir.

Pêgeha Darka Mazî piştî bûrîna 7 mehan ji vê bûyera dil bi êş navên encamderên vê tawanê eşkere dike.

Li gorî agahiyên taybet yên pêgeha Darka Mazî, li roja 26/5/2022ê, hejmara 4 çekdarên PKK’ê yên bi navên Hêriş Amed û Bengîn Botan ku ev du çekdar pasewanên taybet yên “Heqî Mardînê” berpirsyarê Biryargeha “Sewq û Îdare” ne û pisporin di bikaranîna moşekên dije tank da û Cûdî Qamişlo û Sîpan Rojhilat êrîşa li ser seyraniyên eşîra Nêrwe li Bamernê encam daye.

Agahiyên rûpela Darka Mazî eşkere dikin, PKK’ê di vê êrîşê de wusa xuya kiriye ku xwastiye êrîşî balefirxaneya Bamernê ku niha hêzên leşkirê Tirkiyê têde ne bike, lê belê dema moşek avêtî, moşekên wan di nava seyraniyên ji eşîra Nêrwe ketin xwarê û du zarokên bi navên Yûsif Kovan Hecî 11 sal û Avend Hişyar Muhsin 10 sal şehîd ketin û zarokê bi navê Sîpan Ferhad Hacî temen 7 sal jî birîndar bû, piştre PKK’ê di çapemeniya xwe de ragihand, balafirên Tirkiyê êrîşî gelê sivîl li Bamernê kir û 2 zarok şehîd kirin.

Ji ber ku van çekdarên PKK’ê pisporeke baş di bikaranîna moşekan da heye, loma eşkereye ku PKK’ê ev yek bi zanabûn encam daye, PKK’ê bi vê yekê xwastiye li ser xwîna wilatiyên ji eşîra Nêrwe ku gundên wan tev dagîr kirine kampanya yek propagandayê di berjewenda xwe de birêve bibe.

Pustên heman beş