Li 71 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê perwerdeyê dest pê kir

turkey-erdhej-perwerde-dibistan-kurdistan

Li dibistanên 71 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îro perwerdeyê dest pê kir û tê plankirin li 10 parêzgehên herêma erdheja 6ê Sibatê jî 1ê Adarê dibistan bên vekirin.

Piştî erdheja Mereşê ya Bakurê Kurdistanê dema betlaneya dibistanan hatibû dirêjkirin, lê îro 20ê Sibata 2023an li dibistanên 71 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê deriyên dibistanan hatin vekirin û pêvajoya perwerdeyê dest pê kir.

Li 10 parêzgehên li herêma erdhejê jî Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyê dê biryarê bide.

Li gor zanyariyan, li parêzgehên ku erdhejê bandor li wan kiriye ji bo berdewamiya kar û xebatên alîkariyê û bidawîkirina karê tesbîtkirina zerarê tê plankirin ku dibistan ji 1ê Adara 2023an ve bên vekirin.

Pustên heman beş