Ji ber erdhejê HSD’ê çalakiyên xwe yên serbazî rawestandine

Ji ber erdhejê HSD’ê çalakiyên xwe yên serbazî rawestandine

 Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand, wan ji ber erdhejê çalakiyên xwe yên serbazî rawestandine û amadekariya xwe ji bo alîkariya ziyandîtiyên erhejê nîşan dane, lê ji aliyê Tirkiyê ve hatiye redkirin.

Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî ragihand, HSDê ji ber erdheja 6ê Sibatê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, herwiha li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, çalakiyên xwe yên serbazî li dijî hêzên Tirkiyê rawestandine.

Ferhad Şamî diyar kir ku wan amadebûna xwe ji bo alîkarîkirina ziyandîtiyên erdheja li navçeyên bakurê rojavayê Sûriyê nîşan dane, lê belê daxwaza wan ji aliyê rejîma Beşar Esed, opozîsyona Sûriyê û desthilata Tirkiyê ve hatiye redkirin.

Şamî herwiha eşkere kir ku piştî rûdana erdhejê, Tirkiyê 20 caran êrîş kirine û di encamê de du welatî hatine kuştin.

Pustên heman beş