85 saziyên sivîl êrîşên li dijî Amesporê şermezar kirin

85 saziyên sivîl êrîşên li dijî Amesporê şermezar kirin

85 saziyên sivîl ên Diyarbekirê êrîşên li dijî Amesporê bi daxuyaniyekê şermezar kirin û xwastin ku Bursaspor bi biryara dadger, têkçûyî were ragihandin û yarîzanên wê tîmê yên êrîşkarî kirine heta hetayê ji lîstinê werin qedexekirin.

Duhî Yekşemê lîstika Bursaspor û Amesporê li stadyuma Bursaspor hebû û alîgirên Bursasporê êrîşê yarîzanên Amedsporê kiribûn û dirûşmên nîjadperestî bilind kirine û pankartên ku pesnê tawanê û tawanbaran dide xistine nav yarîgehê.

Di vê derbarê de, 85 saziyên sivîl ên Diyarbekirê êrîşên li dijî Amesporê di konferanseke rojnamevanî de bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Daxuyaniya rojnamevanî ji aliyê Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren ve hate xwendin.

Nahît Eren diyar kir ku, divê Bursapor bi biryara dadger, têkçûyî were ragihandin û yarîzanên Bursaporê ku li dijî rêzikên werzîşê tevgeriyane werin diyarkirin û ji yariyên fermî heta hetayê werin qedexekirin.

Herwiha tekezî li serê wê yekê hate kirin, handêrên ku nîjadperstî û êrîşkarî kirine dirûşmên nîjadperestî, kirêt û nefretê bilind kirine û pankartên ku pesnê tawanê û tawanbaran dide xistine nav yarîgehê, ji temaşekirina yariyan werin qedexekirin.

Her wiha Nahît Eren got ku, divê bi biryara Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê, Bursapor heta dawiya werzê futbolê, yariyên xwe bêhander bilîze.

Pustên heman beş