Dihête îdîakirin ku endama Konseya Fermandariya HPGê Leyla Amed jiyana xwe ji dest daye

Leyla-amed-pkk-besta-kurdistan-hpg-turkey -info

Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Sileyman Soylu, îro bi daxuyaniyekê ragihand ku yek ji rêveberên payebilind ên HPGê Hamdiye Yalçinkaya bi navê kod Leyla Amed, jiyana xwe ji dest daye.

Di daxuyaniya Soylu de wiha hat gotin: “Terorîsta herî bilind a di nava sînorê Tirkiyeyê de; di Kategoriya rengê Sor de cih digirt fermandara saha Botanê, Leyla Amed me kuştî ye”.

Hat ragihandin ku di 22 ê Çileyê de li herêma Besta a ser bi Şirnexê ve yêkînek ji 7 kesan ku Leyla Amed jî di nav de ye jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daxuyaniyê, operasyona Dorpêç Eren Payîz-zivistanê de, ku 7 ê Adarê de dest pê kiribû de cenazeyên wan hatin dîtin.

Li gorî daxuyaniyê, cenaze li ser xeta Girê Sînober ya herêma Besta yê, hatine dîtin.

Derbarê vê mijarê de heta niha PKKê ti daxuyanî nedane.

Leyla Amed kî ye?

Leyla Amed ku weke fermandara herî bilind tê naskirin, di sala 1982 an de li Amed, bajarokê Bismilê ji dayik bû. Di sala 1993 an de tevlî PKKê bû. Tê diyarkirin ku Leyla Amed bi salan li herêma Botanê xebat kirîye. Leyla Amed piştî sala 2006 an û vir ve di rêveberiya jinan de cih girt, piştre erkên payabilind wergirtin. Hate zanîn ku di nava Konseya Fermandariyê ya HPGê ku ji 11 kesan pêk tê, de cihê xwe digirt . Her wiha tê gotin ku Leyla Amed endamê Komîteya Navendî ya PKKê û Konseya Rêveber a PAJKê de jî cih digirt.

Piştî Hûlya Eroglu bi navê kod Delal Amed, di 15 ê Mijdara 2017 an de li Bestayê jiyana xwe ji dest dayî, ev cara duyeme di vê asta herî bilind de fermandareke jin ango Leyla Amed jiyana xwe ji dest dide.

Leyla Amed bi taybetî di şer de kesekî xwedî ezmûn û tecrûbe bû. Leyla Amed di pêkhateya jinê de jina herî bi tecrûbe û xwedî şayînên ku saha Botanê di karî bû fermandarî bikira.

Çavkaniyên nêzî PKKê diyar kirin ku Leyla Amed ji sala 2019 an û vir ve li saha Botanê li gel grûpekî biçûk dima.  Herwiha çavkaniyên nêzkî PKKê jî di wê baweriyê de ne ku piştî Leyla Amed pirr zehmete ku HPGe bikare di vê astê de fermandarekê bişîne herêma Botanê.

Çima herêma Besta evqas girîng e?

Herêma Besta ji sala 1982 an ve weke baregeha sereke ya PKKê li Bakur tê bikaranîn. Cara yekem tevlîbûna şerê Çekdarî bo PKKê ji devera Besta Gundê Omyanus çêbûye. Herêmeke pir daristan û berferehe. ji sala 1990 î ve ji aliyê PKKê ve weke “herêma azadkirî” hatibû îlankirin. Herêma Besta bi salan cihê biryargeha Botanê bû û hemû sazîyên weke lojîstîkî, perwerde, nexweşxane û dezghên xwecih li wir diman.

Ev herêma stratejîk piştî sala 2015 an û vir ve bûye herêmeke ku PKKê têde nikare xweragire û hema bêje têde nemaye. Niha bo werzê zivistanê tenê yekîneyên 8-10 kesî di karin Sitare bibin. Havînê jî tîmên 3-4 kesanî weke gerok li herêmê dimînin. Çalakiyên leşkerî qed nikarin bikin. Besta salên 1990 de wargeha lîwayên Gerîla bû. Lê nûke vegerîya 44 sal berê çawa ku PKKe bi tîmên 3-4 kesî û pir veşartî digerîya niha jî bi wî şewazî dikarin xwe biparêzin. PKKê weke hemû eyaletên Bakurê Kurdistanê li Basta jî şikestineke mezin xwarî ye.

Her çend PKKe bi berdewamî behsa serkeftina xwe ya di şer de dike, lê Gerîlayên PKKê yên li Bakurê Kurdistanê ji sala 2015 an heta niha di nava berbijêr çûnê ve ne û hatine asta qediya nê. Niha gelek herêm, dever û eyaletên Bakûr vala ne.

Pustên heman beş