Fermandarê CENTCOMê serdana Rojavayê Kurdistanê kir

CENTCOM-rojava-kurdistan-hasaka-isis

Fermandeyê CENTCOMê serdana kamp û girtîgehên Rojavayê Kurdistanê kir û li ser metirsiya çekdarên dîl ên DAIŞê hişyarî da û wan weke “artêşa girtiyan” bi nav kir û got ku eger çekdarên DAIŞê ji zindanan derkevin dê metirsiyeke mezin li ser tevahiya herêmê çêbike.

Fermandarê Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) General Michael Kurilla di 9ê Adarê serdana Rojavayê Kurdistanê kir.

CENTCOMê piştî serdanê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê de hat ragihandin ku fermandarê CENTCOMê General Michael Kurilla di çend rojên borî de serdana navendên desteserkirina çekdarê DAIŞê û xizmên wan kiriye û di nav wan de zindana Xwêranê ya bajarê Hesekê jî heye ku sala borî zêdetirî 300 çekdarên DAIŞê hatibûn kuştin piştî hewildana şikandina zindanê.

Kurilla di daxuyaniyê de got, “Dema ku ez çûm girtîgehê, min hest bi gefa vê koma girtiyên DAIŞê kir”.

General Kurilla hişyarî da û got “Di nava girtiyên li Sûriye û Iraqê de artêşeke rastî ya girtî ya DAIŞ’ê heye. Ew ê ji herêmê û derveyî wê re bibe xeteriyeke mezin”.

General Kurilla tekez kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (DSG) li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de hevkarê sereke yê Amerîkayê ye.

Bi bîr xist ku bi deh hezaran kesên di nav de xizmên çekdarên DAIŞ’ê jî hene, bi salan e li kampên Rojavayê Kurdistanê ku zêdeyî 10 hezar biyanî lê dimînin, tên ragirtin û dibêje “Rêveberiya Xweser gelek caran daxwaz ji welatan kiriye ku welatiyên xwe vegerînin, lê hikûmetên wan ji ber metirsiyên ewlehî û nakokiyên siyasî yên navxweyî li ser vegera wan tenê rê dane hejmareke kêm ji wan ku vegerin”.

General Kurilla diyar kir ku di sohbeta xwe ya bi şêniyên kampan re ku bi dehan malbatên DAIŞ’î yên zêdeyî 15 welatan li Rojavayî Kurdistanê tên ragirtin, wan hemûyan daxwaza vegera li welatên xwe anîne ziman û got “Çareseriya leşkerî ya vê pirsgirêkê nîne. Yekane çareserî ji metirsiya daîmî ya DAIŞê re li kampê, vegerandin, nûavakirin û vegerandina niştecihên kampê li welatên wan e”.

Fermandarê CENTCOM got ku berpirsên HSDê û rêveberên zindanê yên ku ew pê re axivîn, çekdarên DAIŞê yên girtî wek “hişk, radîkaltir û bombeyeke saeteê” binav kirin.

Herwiha Kurilla got “Di sala 2017an de li Herêma Kurdistanê û Iraqê serkeftin li dijî DAIŞê hat ragihandin, lê paşmahiyên wê rêxistinê li çol û çiyayên dûr ên Iraq û Sûriyê xwe vedişêrin”.

Kurilla tekez kir û dibêje “Şerê li dijî koma tundrew ne tenê li Sûriye û Iraqê, lê belê li tevahiya herêmê têkoşîna ji bo ewlehî û aramiyê ye. Em nikarin rê bidin DAIŞ’ê ku ji nû ve zindî bibe”.

Pustên heman beş