4 Qurbaniyên din yên destê PKKê eşkere bûn

PKK-Zarok-Kurd-Kurdistan-apo-ocalan-imrali-turkey-hpg-partiya-karkeran-penciwin-asos-wan-mihabad (1)

Rêxistina PKKê nasnameya refeke din a ciwanên Kurdan eşkere kir, ew jî weke bi hezara rêhevalên xwe bi salane hatine feda kirin û rêxistin ji nû ve hatiye mirina wan raghandîye.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê rojên yekşem û duşemî 13 û 14/3/2023 nasnameya 4 çekdarên xwe yek jê fermandar eşkere ku 5 salan berê li çiyayê Asos û herêma Pêncwîn yên Başûrê Kurdistanê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û ji nû ve mirina wan îfşa kirî ye.

HPGê piştî mirina van ciwanan weke bi hezaran rêhevalên wan bi salane li malbatên wan veşartî, îro hatiye di pesnê wan de dibêje me hevalên xwe yên Apoyî wenda kirin!.

Navên wan wisaye:

Cercîs Çaksû ji Wanê.

Ramîn Nesrûlah Zade ji Pêncwînê.

Xusrew Spayî ji Bane.

Mûsa Mehmûd Reş ji Mihabadê.

Partîya karkeran her roj wêne û nasnameyên komên ciwanên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, ciwanên ku di salên berê hatine kuştin û hêjan mirina wan nehatiye îfşa kirin.

PKKe ji boy çêkirina şervanan piştbestinê li ser revandina zarokên Kurdan ji her çar perçeyên Kurdistanê dike, ev yêk ji hêla rêxistinên navdewletî û rêxistinên mafên mirovan hatiye tesbît kirin.

Pustên heman beş