Di bûyereke trafîkê de 5 kesan canê xwe ji dest dan

Di bûyereke trafîkê de 5 kesan canê xwe ji dest dan

Li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê du otomobîlan li hev qelibîn û di encama bûyerê de 5 kesan canê xwe ji dest dan.

Îro Şemiyê 8ê Nîsana 2023an, danê sibê li ser rêya Dîlok – Kilîsê du otomobîlan li hev dan û di encamê de 3 ji wan welatiyên Sûriyê yên bi navên Madal Ahmad, Sara Mustafa û Abdullah Ahmad û 2 welatiyên Tirkiyê yên di otomobîla din de Emre Ozmen û Dogukan Kupelî li cihê bûyerê canê xwe ji dest dane.

Hat ragihandin ku li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê gihîştine cihê bûyerê û kesekî birîndar jî, bo Nexweşxaneya Dewletê ya Dîlokê hatiye veguhestin. Li gor zanyariyan, rewşa kesê birîndar di metirsiyê de ye.

Pustên heman beş