Bersiv ji bo şîroveya bêesil ya KCK ê: Li Kurdistanê tenê yek sponsorê kolonyalîzmê heye ew jî PKK ye

Bersiv ji bo şîroveya bêesil ya KCK   ê: Li Kurdistanê tenê yek sponsorê kolonyalîzmê heye ew jî PKK   ye

Hîn hûrgiliyên êrîşa li ser Balafirgeha Silêmaniyê bi temamî nehatine eşkerekirin. Heta niha gelek aliyên tarî yên vê bûyerê hene. YNK û PKK bi hemû hêza xwe ve hewl didin ku rastiya bûyerê eşkere nebe. Her tim nûçe û agahiyên manîpulatîf belav dikin.

Mîna ku planên wan bi ser neketî û li ser bûyerê hatine girtin her du hêz vecinûqî tevdigerin. Bêşik gumanbarên sereke yên dayîna îstixbaratê YNK û PKK ne.

Kê Îstixbarat da Tirka?

Di medyaya PKK ê de nûçe û şîroveyên manîpulekirina bûyerê tên belavkirin. Weke ku yê îstixbarata Mazlûm Ebdî daye tirkan PDK ê ye. Lêbelê, heke lîsteyek gumanbaran were çêkirin, Rêvebirên payebilind ên YNK û PKK ê tenê dizanin ku Mazlûm Ebdî kengî ji Rojava hatiye Silêmaniyê û dê kengê vegere Rojava.

Ger em we bifikirin ku Mazlûm Ebdî bêyî haya Cemîl Bayik hatiye Silêmaniyê, wê xelet be. Di rastiyê de tê gotin ku Mazlûm Ebdî ji bo civîna Meclîsa Rêveber a PKK   ê ku Cemîl Bayik bi xwe jî tê de amade bû hatiye Silêmaniyê.

Yanî eger îstixbarat giheştibe Tirkan, gumanbarên sereke YNK û PKK   ye. Her kes baş dizane ku PKK   û Mît çiqas di nava hev û nêzîkî hev dijîn. Her tim çavkaniya sereke ya agahîyên MÎT ê PKK   ye. Roja PKK   damezrî heya evro agahîyan bo Mît ê tomar dike.

Heger em vegerin ser bûyera Mazlûm Ebdî, divê em hesaba Îranê bikin. Ji ber ku Silêmanî weke bajarê Îranê lêhatîye. Çûk li ser Silêmanîyê bifire agahîya Îranê pê çêdibe. Yek saziyek YNK ê, yek taxekî Silêmanîyê û yek rêxistinekî YNK ê nemaye ku Îtlaata Îranê xwe têde rêxistin nekiribe. Rêveberên PKK ê bi taybet Cemîl Bayik li Silêmaniyê di bin ewlehiyê Îranê de dijîn. PKK di nava kefa destê Îranê da ye. Îranê Rojava dîyarî PKK ê kir. Lê belê Îran jî ji hebûna Amerîkayê ya li Rojava jî pirr aciz e. Ji ber pasawanîya Emerîka bo Mazlûm Ebdî dike jî aciz e. Haya Îranê ji seredana Mazlûm Ebdî ya ji bo Silêmaniyê di bin kontrola Amerîka de heye. Her wiha Ji hatinûçûna rêveberên PKK ê bi helîkopterên Emerîka jî dilgiran e. Mînak Îran dizane ku Duran Kalkan di sala 2017 an de bi helîkoptera Emerîka ji Silêmaniyê çûye Rojava û li ser vê yekê hişyarî da bû PKK   ê. Îhtîmala ku Îranê xwestibe bi vî awayî careke din xwe bîne bîra PKK ê jî heye. ji ber vê sedemê, hinek şîrovekar dibêjin çavkaniya îstîxbarata Tirkiyeyê  Îran e.

Yanî yên ku îstixbareta derbarê Mazlûm Ebdî de dayî Tirkan ev hersê hêzên çete ne: PKK, YNK û Îran.

Cemîl Bayik: 37 sal in di bin parastina îstixbarata Îran û Sûriyê de dijî

Dema ku rastî bi vî rengî ne jî, PKK   vê bûyerê ji bo xwe diqulpîne ranta sîyasî. Loma jî demildest daxuyanî da PDK tewanbar kir. Di daxuyaniya li ser navê Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK ê hatî kirin de dibêje”PDK sponsorê dewleta Tirk a dagirker e” KCK ê bi vê sernivîsa bêexlaq daxuyanî belavkir. Lê belê rastî ev e: PKK   ne tenê sponsorê Tirkiyeyê ye, di heman demê de sponserê dagirkerên her çar parçeyên Kurdistanê ye.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK ê komek ji kadroyên PKK   ê yên li Silêmaniyê pêk tê û rojane bi Cemîl Bayik re di nava têkiliyê de ne. Yanî ravekirin jî ravekirina Cemîl Bayik bi xwe ye. Ji ber vê yekê jî bersivdayîna Cemîl Bayik û çeteyên wî û vekirina defterên wan ên kevin bû farz.

PKK   bi bernama xwe ya sîyasî ku dibêje; Tirkiyeya Demokratîk, Îrana Demokratîk, dostê me yê resen Beşar Esed û hwd. bi îstîxbarata hemû dewletên dagirker re xizmet dike PKK   ye. Cemîl Bayik bi navê tekoşîna Kurdîstanê, ji sala 1986 an û vir ve rojekê jî ji bê agahîya îstîxbarata Îranê û muhaberet a Suriyeyê gav neavêtiye tu cihan. Belê, muhterem Cemîl Bayik ev 37 sal in di bin sponseriya îstixbarata Îran û Sûriyê de dijî. ji sala 1992 an ve sînorê Tirkîyê bi dûrbînê jî nedîtî ye.  bê guman Îran ji bo cavên Cemîl yên belek wî na parêze. Cemîl bayik hêkên zêr ji bo Îranê dike loma Îran jî wî weke ewladê xwe diparêze.

Ser û dûvê PKK ê genî bûye û bêhn dike

Rast e masî ji serî genî dibe. Evdila Ocelan ji bo ku neyê darvekirin, di sala 1999 an de bi navê vekişînê ji bakûr bi hezaran gerîla tasfiye kir û got ez xizmetkarê dewleta xwe me. Cemîl Bayik got, “Eger serok dibêje ez xûlamê dewletê me, ma çima ez nebim?”

Niha koma ku ji endamên Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK   ê ya bi navê kadroya navîn pêk tê, li pişt rastiyên partiya xwe yên genî û qirêj dimeşin. Hemû pêkhateyên KCK ê bi hev re dibin ala eniya dij-Kurdistanî ya di bin baskên “Heşdî Şabî ya Iraqê, Îllaata Îranê, Muhaberata Sûriyê û hinek baskên dewleta kûr a Tirk de tevdigerin. Ji ber vê yekê mixabin PKK   bi ser û dûvê xwe ve sponserê kolonyalist û dagirkerên Kurdistanê ye.

Çawa ku mirov li xûdîkê dinêre û rastiya xwe dibîne, PKK   jî her 44 salên rabirdûya xwe dinêre û dibêne ku di encam de ti destkeftek nîne. Weke reqaseyekê di nava hemêza îstixbaretên dewletên dagirker de direqise. Û bi navê heya,namus  û îffetê ti nirxek jê re nema ye. heta ew qas ketî ye astekî jêr ku serokê wê jî bibêje “dayika min jî tirk e”.

Berûvajî vê yeke PDK weke hêza millî netewî li ser asta herêmê û cîhanê xwedî nasnameyekî sîyasî û îdarî ye. PKK   serwerîya PDK ê weke tunebûna xwe pênase dike loma ji dijminatiya PDK ê jî bû xwe weke erkekî man û nemanê dibine.

Pustên heman beş