Li Dîlokê operasyon: 149 kes hatin desteserkirin

Suleyman-Soylu---Gaziantab-149

Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, li dijî bazirganên madeyên hişber operasyonek bi beşdariya hezar û 539 polîsan hat kirin û tê de 149 kes hatin desteserkirin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu îro 13ê Nîsanê li Dîlokê ragihand, operasyoneke berfireh bi navê “Operasyona Hişkkirina Kokê” li dijî bazirganên madeyên hişber hatiye destpê kirin.

Suleyman Soylu got: “Di 49emîn operasyona dijî madeyên hişber de 179 armanc hatibûn diyarkirin. Demjimêr 04:45 bi beşdariya 1529 polîs û cendirmeyan operasyon hat destpêkirin. Operasyon bi serkeftî berdewam dike û heta niha 149 kes hatin desteserkirin”.

Soylu dibêje li Tirkiyê 126 hezar kesên ku berhemanîn û bazirganiya madeyên hişber dikin di girtîgehan de ne.

Soylu herwiha got: “Di encama tekoşînê de mirinên ji ber madeyên hişber di 6 salên dawî de ji 941 kesan bo 270 kesan daketiye. Tekoşîna me dê li dijî madeyên hişber berdewam be”.

Pustên heman beş