PDK-S: Amadekariyên pêwîst ji bo lidarxistina kongira giştî berdewam in

PDK-Sê: Amadekariyên lidarxistina kongir berdewam in

Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya raporta xwe ya siyasî ya meha Adarê belav kir tê de li ser hejmarek mijaran li ser asta kurdî û sûrî herweha dawîn pêşhateyên deverê rawestiya.

Partî di raporta xwe de li ser kirîza Sûriyê û pêşhateyên piştî rûdana erdhejê li deverê rûdayî, hewlên hejmarek welat bo xweşkirin û asayîkirina peywendîyan bi rêjîma Sûriyê re û tekeziya Neteweyên Yekbûyî, Emerîka û Ewropa ji çareseriya syasî ji kirîza Sûriyê re li gorî biryara navdewletî 2254 û lêvegera Cinêf 1 rawestya.

Raporta partî behsa rewşa Rojavayê Kurdstanê kiriye ku ji ber rewşa aborî, xizmetgûzarî û mirovî ya xerab weke zêdebûna rêjeya bêkariyê, bilindbûna nirxan û kirîza sûtemeniyê herweha kirîza elktirîkê û avê rewşa xelkê her ku diçe zehmetir kiriye lewra em bîra wê yekê dikin ku alîne hene bi mebest êş û azarên xelkê zêde dikin.

Li ser rewşa Efrîn û Cindirêsê û zyanên canî û madî yên mezin piştî rûdana erdhejê rawestiya heweha behsa tawana ku girûpa bi navê Ceyş Elşerqiye li dijî welatyên kurd li Cindirêsê encam dayî û çar kes ji malbata Pêşmerg şehîd bûne û şopandina mijarê ji bo sizakirina encamderan û girnîgiya bersivdanê ji daxwazên kesûkarên qurbaniyan ji bo jiyaneke aram bê binpêkirin li djî viyana xelkê li wan deveran dike.

Di dawiya raporta xwe ya siyasî de Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya dibêje amadekariyên pêwîst  ji bo lidarxistina kongira giştî ya partî d dema xwe de berdewam in.

Pustên heman beş