14 Endamên polîsên Tirk ku bi polîsên leşkerî tên naskirin, di encama teqîna maynekê de li deverên “Kaniya Aştiyê” li gundewarê Reqayê hatin kuştin û birîndar kirin.
Rwangeha Sûrî ya mafên mirovan eşkere kir, di encama teqîna maynekê de li Girê Sipî gundewarê parêzgeha Reqayê, du efserên Tirk hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn, her wiha 5 endamên din yên Sûrî ji wê hêzê hatin kuştin û birîndar kirin.
Di teqîna mayîneke din de li gundê Zîbqiyê li gundewarê Girê Sipî fermandarekî milîsên Tirk jî hatiye kuştin.
Rewangeha Sûrî ya mafên mirovan di 3ê nîsanê de, kuştina 3 serkirdeyên firqeya “Mertala Hesekê” ku yek ji komên girêdayî “Artêşa Niştimanî” ya ku Tirkiyê piştgriya wê dike, ji aliyê çend çekdarên nenas ve ragihanidbû.