Stenbol.. 32 Kes bi gomana endametiya PKKê hatin girtin

stenbol-pkke

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê îro di operasyonekê de ku navenda wê Stenbol bû, 32 kes li 6 parêzgehan bi gomana endametiya PKKê desteser kirin.

Îro roja sêşemî 2/5/2023ê bi fermana serdozgeriya komarî ya Stenbolê, hêzên ewlehiyê yên şaxa dije terorê, 32 kes bi gomana endametiya rêxistina PKKê û baskê wê ya bi navê Ciwanên Şoreşger desteser kirin.

Serdozgerîya Stenbolê fermana desteser kirinê bo 39 kesan li 6 parêzgehan derxistbû û ji koma wan 32 kes hatin desteser kirin.

Serdozgeriya Stenbolê dibêje: Di lêgerîna navunîşanên bergomanan de, demançe, gelek materyalên dijîtal û weşanên rêxistinî yên qedexekirî hatin bidestxistin, rêxistina PKKê jî van desteser kirinan weke tasfiyeyên siyasî dibîne.

Pustên heman beş