Grûpeke metirsîdar a bazirganîkirina bi madeyên hişber hat desteserkirin

Grûpeke metirsîdar a bazirganîkirina bi madeyên hişber hat desteserkirin

Tîmên Rêveberiya Nehiştina Madeyên Hişber a Encûmena Asayîşa Herêma Klurdistanê grûpeke metirsîdar a bazirganîkirina bi madeyên hişber desteser kirin.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Nehiştuna Madeyên Hişber ku îro duşemê 8ê Gulana 2023an belav kiriye, tîmên wan di çalakiyekê de “piştî komkirina zanyarî û lêkolînên hûr û pêkanînîna rêkarên yasasî”, grûpeke metirsîdar a bazirganîkirina bi madeyên hişber desteser kirin, ku wek hat eşkerekirin “ji du bazirganan pêk hatibû”.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat diyarkirin, di wê çalakiyê de bi qasî 3 kîlo û nîv madeyên hişber ên ji cûreya krîstal û eroîn dest bi ser de hatiye girtin û “tawanbar rûbirûyî yasayan hatine kirin”.

Pustên heman beş