Ji bo ku em Leylayên xwe ji bîr bikin xwestin Leylayên sexte biafirînin

Navê ku bûye sembola berxwedana Kurdan: Leyla

Leylaya me: Leyla Qasim.

Jina ciwan a Kurd Leyla Qasim berê 49 sal di Sibeha 12 ê Gulana 1974’an de ji aliyê rejîma Baasê ve hat sêdaredan. Dema ku Leyla dê bihata îdamkirin, ji celladên xwe re got: “Min bikujin, lê vê rastîyê bizanin ku bi kuştina min dê bi hezaran kurd şiyar bibin. Ji ber ku ez canê xwe ji bo azadiya Kurdistanê feda dikim, pirr kêfxweş û şanazim.”

Jiyana xwe ya siyasî ku weke leşkerekî rêbaza Barzanî dest pê kiribû, fedaî gelê xwe kir. Û wek ku wê fermoyî çêbû. Kurd bi qaramanîya wê şiyar bûn, hatin naskirin. û gelê Kurd bi hezaran navê zarokên xwe kirin Leyla. Ew Leylaya me bû, ew Leylaya Kurdistanê bû.

Me Leyla yek din jî hebû, Leyla Zana

Jiyana wê ya ku li gundê Farqînê yek ji bajarên herî welatparêz yê Kurdistanê dest pê kir, di nava serhildanên Kurdan de Leyla Zana bû remza welatparêzî yê. Leyla Zana piştî sala 1989’an pêşengiya grevên birçîbûnê, hilbijartin û serhildanên Bakurê Kurdistanê kir. Di meclîsa dewleta Tirk de daxuyaniyên ku kîmyaya Komara Tirk xerab bikin da. Leyla bi vê helwesta xwe bû lehengekî zindî.

Xet û rêbaza van her du Leylayan Kurdewarî û Kurdistanî bû. Ji ber vê yekê jî yên ku dixwestin vê efsaneyê bi dawî bînin û wan bavêjin aliyekê ketin nava liv û tevgerê.

Serkêşê van hewlên neyar PKK bû

PKK’ê li dijî vê xeta welatparêz û netewperwer ya her du Leylayan derket û xwest vê efsaneyê bi dawî bîne. Ji bo yekê jî PKK’ê xwest Leylaya xwe derxe pêş.

Di sala 1995’an de dema ku Leyla Zana Xelata Aştiyê ya Sakharov wergirtî Ocelan got divê min ev xelat wergirtiba. Piştre dest bi teşhîrkirina Leyla Zana kir.

Tevgera jinan a PKK’ê xeta Leyla Zana nêzî Barzanî û paşverû didît, li gorî wan “hişmendiya jinê ya Leyla Zana pêş neketibû û ew nijadperestekî kevneşûp bû”. Ji bo vê jî gef li Leyla Zana kirin û ji siyasetê dûr xistin.

Dûre PKK’ê hewl da ku Leylayek din biafirîne da ku xeta herdu Leylayên Kurdperwer ji holê rake. Herî dawî jî xwe re Leyla Guven çêkir.

Leyla Guven di dema parlementeriya xwe de hatibû girtin û li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kiribû. Sedema greva birçîbûnê ya ku dest pê kirî, tecrîda li ser Evdila Ocalan bû.

Bê guman Leyla Guven bi tena serê xwe ev çalakî plan nekiribû.  Senaryoya vê greva birçîbûnê bi PKK’ê çêkiribû. Mebesta vê çalakiyê ava kirina Leylaya PKK’ê bû. 8 ciwanên Kurd di vê çalakiyê de jîyana xwe ji dest da. Çapemeniya PKK’ê û ya çep ê Tirk Leyla Guven weke lehengeke mezin derxist pêş. Û ew weke mînaka jina berxwedêr destnîşan kir.

Leyla Guven dema ku hê di greva birçîbûnê de bû hat berdan û çû parlementoya Tirkiyê û sûnd “li ser yekîtiya Tirkiyê” xwar. Mûçeyê xwe jî distand. Leyla Guven wek qehreman hat îlankirin, lê navê wan ciwanên di oxira wê xwe şewitandî nayê zanîn. PKK’ê ji bo Leylayên lehengên Kurdan din ava gel bide ji bîr kirin Leyla Guven çêkir.

Pustên heman beş