Nirxandina hilbijartinê ya Mîthat Sancar: Şikestinek heye

Nirxandina hilbijartinê ya Mîthat Sancar: Şikestinek heye

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar encamên hilbijartinê nirxandin û got, “Rast e ku dengên me kêm bûne. Bi taybetî li herêmên Rojava ev kêmbûn balkêştir e. Şikestinek heye.”

Berdevkên Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin û Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, têkildarî encamên Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Giştî ya 14’ê Gulanê li Navenda Giştî ya HDP’ê daxuyanî dan.

Mîthat Sancar di nirxandina encamên hilbijartinê de diyar kir ku ew ji armancên xwe paşde mane û got: “Dibe ku sedemên vê windabûna dengan, cuda bin.”

Mîthat Sancar got: “Em ê hem li saziyên xwe û hem jî li gel hevkarên xwe yên tifaqê rûnin û vê yekê binirxînin. Rast e, dengên me kêm bûne. Bi taybetî jî li bajarên rojavayê Tirkiyeyê dengên me bi awayeke diyar kêm bûne. Ev e ji bo me pirsgirêk e.  Eşkere ye ku me di hilbijartinê de şikestin aniye. Ji bo bidestxistina kursiyên zêdetir em negihiştin armancên xwe. Em ê gotûbêjê li ser kêmasiyên xwe bikin û xwe rexne bikin. Em ê sedeman nîqaş bikin. Di pêvajoya xwerexnekirinê de em ê kêmasiyên xwe binirxînin.”

Li gorî sala 2018’an kêmbûnek heye

Sancar got: “Dema ku hemû dane zelal bibin, em ê bi awayekî rasttir bibêjin ku windabûna dengê me çiqas e. Niha rêjeya dengên ku me bi Partiya Çep a Kesk wergirtiye, ji sedî 9.33 xuya dike. Li gorî sala 2018’an kêmbûn heye.

Got jî: “Di hejmara parlamenteran de jî kêmbûn heye, lê ev ne kêmbûneke dramatîk e. Em di Meclîsê de wekî sêyemîn koma herî mezin berdewam dikin. Îtirazên me hene, em ê bibînin ku ev îtîraz dê çawa derkeve. Piştî ku hemû daneyên YSK’ê bên eşkerekirin îhtimal heye ku hejmara wekîlên me zêde bibe, lê diyar e ku em li şûn armancên ku me dane ber xwe mane.”

Sancar bal kişande ser wê yekê, “Em careke din bibêjin ku ev yek wê di hemû aliyan de di saziyên me de bê nîqaşkirin. Dibe ku sedemên cuda yên vê windabûna dengan hebin. Ev ne hincet e, lê tê zanîn ku em di bin şert û mercên dijwar de ketin hilbijartinê. Doza girtinê di sêwirandina pêvajoya hilbijartinê de faktorek girîng bû. Di ketina hilbijartinan de bi Çepa Kesk re jî astengî hebûn.”

Biryareke stratejîk

Derbarê hilbijartinên serokomariyê de jî Hevseroka Giştî ya HDPê got, “Me biryareke stratejîk derbarê hilbijartinên serokomariyê de girt. Em dibînin ku ev biryar ji aliyê hilbijêrên me ve hatiye qebûlkirin û bicihanîn. Ev biryara me faktora herî girîng bû ku di gera yekem de hilbijartina serokomariyê bi kêrî tifaqa Milet derneket. Gera duyem li pêş e û pabendbûna dengderên me bi biryarên siyasî yên partiyê, bûye faktora diyarker di vê yekê de.”

Pustên heman beş