PKKe car din xwe li pişt jin û zarokên kampa Mexmûrê vedşêre

mahmour-kamp-un-iraq-army-pkk-sivil-net

Artêşa Îraqê îro car din ji boy rêxistina kampa Mexmûrê ber bi kampê ket rê, lêbelê PKKê car din hejmareke kalemêr, jin û zarok weke mertal li himberî artêşê bikaranîn.

Artêşa Îraqê li 20 vê mehê ji boy rêxistina kampa Mexmûrê ber bi kampê ve hatin û moleta 3 saetan dan rayedarên PKKê yên kampê, lêbelê PKKê daxwaziyên artêşa Îraqê red kirin û jin û zarok danan pêşîya xwe û weke mertal bikaranîn.

Artêşa Îraqê pilanek çêkiriye ji bo ku kamp were rêkixstin ji bo ku tîmên Netewên Yekbûyî car din vegerin kampê, lêbelê PKKê rê li ber vê yekê girtiye, gelê Mexmûrê jî dîsa ji ber PKKê zerermend bûn, vê carê li dijî artêşa Îraqê weke mertalên zindî hatin bikaranîn.

Rayedarên Iraqî dibêjin: Ger kamp bibe sivîl dê Neteweyên Yekbûyî dîsa vegere kampa Mexmûrê dîsa got ku PKKe kampa Mexmûrê wekî navendeke leşkerî bikartîne.

Pustên heman beş