PKKê ciwanekî Herêma Kurdistanê bi destê artêşa Tirk da kuştin

pkk-kelar-kalar-hpg-besta-turkey-army-net

HPGê baskê leşkerî yê PKKê nasnameya du çekdarên din aşkere kir ku di meha gulana îsalê de li herêma Bestayê ya li Bakurê Kurdistanê hatine kuştin, yek jê ji Herêma Kurdistanê ye.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê duh roja çarşemî 31/5/2023 nasnameya du çekdarên rêxistinê bi navên Serwet Hesen û Hesen Agrîmen aşker kir ku li 17 gulana îsalê li herêma Besta ya li Bakurê Kurdistanê ji hêla artêşa Tirk ve hatbûn armanc girtin.

Serwet Hesen ji Kelarê ya li Başûrê Kurdistanê ye û Hesen Agrîmen jî ji Şirnexa Bakurê Kurdistanê ye, PKKê li hefteya rabûrî jî nasnameya çekdarekî din bi navê Diyar Xoşnaw aşkere kirbû ku ew jî ji Hewlêrê ye û li çiyayê Garê dabû kuştin.

PKKe her roj wêneyên komên ciwanên Kurdan li medyaya xwe parvedike, piranî jê li sal û mehên berê hatine kuştin û paş derbasbûna demek dirêj ji nû ve mirina wan îfşa dike.

Li gorî agahiyên ber destê Darka Mazî bi hezaran ciwanên Kurdan mane ku PKKê dane kuştin û hêjan mirina wan aşkere nebûye.

Pustên heman beş