Demirtaş: Min xwast ku bibim namzedê Serokkomariyê, lê HDPê red kir

Demirtaş: Min xwast ku bibim namzedê Serokkomariyê, lê HDPê red kir

Selahattîn Demîrtaş eşkere dike, wî xwestiye ku bibe namzedê Serokomariya Tirkiyê, lê HDPê daxwaza wî red kiriye.

Hevserokê berê yê HDPê yê zindanîkirî Selahattîn Demîrtaş di hevpeyvîna bi “Arti Gerçek” re dide zanîn, pêş gengeşeyên destnîşankirina namzediya Serokomariyê, wî ji HDPê re amadebûna xwe ya ji bo namzediyê ragihandiye. Lê HDPê bêyî nîşandana çi hincetekê daxwaza wî red kiriye û ew heta niha jî hinceta redkirinê nizane.

Her wiha Demîrtaş duhî jî li hejmara xwe ya tora civakî ragihandibû ku wî dest ji siyaseta aktîf berdaye.

HDPê bê destnîşankirina namzedekî bo posta Serokkomariya Tirkiyê beşdarî hilbijartinan bû û di gera yekem û duyem a hilbijartinên Serokkomariya Tirkiyê de, piştevanî dabû Kemal Kiliçdaroglu.

Duhî jî HDPê di daxuyaniyeke hevbeş de ligel YPS, DBP, HDK û DTKê ragihand: “Em qebûl dikin ku di hilbijartinê de em negihîştin armancên xwe û li gor van armancan em bi ser neketin.”

Pustên heman beş