Rêxistina PKKê nasnameya keçeke din ya Kurd aşkere kir ku 5 mehan berê bi destê artêşa dewleta Tirk daye kuştin û îro hatîye di ragihandina şehadeta wê de gotî ye ew fedayî Apo bûye.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê roja pêncşemyê 1\6\2023 nasnameya çekdareka xwe ya bi navê Sîbel Çelîk aşker kir ku li 23 çileya îsal 2023 ê li herêma Besta ya Bakurê Kurdistanê daye kuştin û paş derbasbûna 5 mehan ji nû ve mirina wê îfşa kir.
PKKê Sîbel jî weke bi hezaran keçên din yên Kurdan xapand û di berxwedaneke saxte de da kuştin û di pesnê wê de îro dibêje ew fedayî Apo bûye.
Rêxistina PKKê her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan belav dike yên ku di salên berê de feda kirîn û paş derbasbûna demek dirêj ji nû ve mirina wan îlan dike, tê texmîn kirin bi hezaran ciwanên Kurd mabin ku hêjan PKKê nasnameya wan îfşa nekirbe.