Li cînayetên PKK’ê yên li Herêma Kurdistanê yeke nû hat zêdekirin: PKK’ê emîd Mihemed Mîrza şehîd kir

Li cînayetên PKK'ê yên li Herêma Kurdistanê yeke nû hat zêdekirin: PKK’ê emîd Mihemed Mîrza şehîd kir

Emîd Mihemed Yûnis Sofî 23 Tîrmehê saet di 20:00an de dema li cadeya herî qelebalxa Zaxoyê wesayîta xwe di ajot, di encama teqînê de agir bi wesayîta wî ket û jiyana xwe ji dest da.

 Ajansa Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand, eşkere bûye ku êrîşa li Zaxo tê de emîd Mihemed Mîrza Yûnis Sofî hatiye şehîdkirin, ji aliyê PKK’ê ve hatiye encamdayîn.

Di daxuyaniya Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê de hat gotin ku Mihemed Mîrza di encama teqîna bombeyekî ku berê PKK’ê di nav otomobîla wî de çandibû jiyana xwe ji dest daye û di belge û vîdyoyên ku di encama lêkolînê de hatine bidestxistin de hatiye gotin ku bombe ji aliyê komek PKK’eyî ve di tirumbêla wî de hatbû bicihkirin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

“Sibeha roja 23 tîrmeha 2023, bi rêya otomobîleke ji cûreya Hyundai Tucson ku rengê wê spî bû bi pilakaya hejmara sexte, ji bo xweveşartina ji kamerayên çavdêriyê û rêbendan, PKK’eyî ji cadeyeka lawekî çûne nav bajarê Zaxoyê û çavdêriya mal û otomobîla emîd Mihemed Mîrza kirine.

Di saet 04:00 berbangê de bombeyeke ku bi otomobîla emîd Mihemed Mîrza ve li ber mala wî hatiye girêdan, di demjimêr 19:49ê êvarê de roja 23 vê mehê li ser cadeya giştîya bajarê Zaxoyê bi rêya Remote Kontrol ê, otomobîl hatiye teqandin.

Di beşeke dina daxuyaniya encûmena asayîşa Herêma Kurdistanê de behsa wê yekê hatye kirin, pêştir bi rêya saziyên ser bi encûmenê ve zanyariyên wan hebûye ku serkirdetiya PKK’ê pîlana armanckirina hejmarek ji efserên encûmena asayîşa Herêma Kurdistanê dariştine û ji bo vê mebestê jî rahênan bi çend kesan li ser çêkirin û danîn û girêdana bombeyê kirine û hewla derbaskirina wan bo nav herêma Kurdistanê dane.”

Ji aliyekî din ve encûmena asayîşa Herêma Kurdistanê tevî şermezarkirina vê kiryara terorîstî, tekezî li ser wê yekê dike ku kesên ev kare encam dayîn, li ku dibin bila bibin, dê baca vî karê xweyê terorîstî bidin û bigihin cezayê xweyê yasayî.

Pustên heman beş