Mayîneke PKK’ê bi şivanekî 16 salî de teqîya

Mayîneke PKK’ê bi şivanekî 16 salî de teqîya Mayîna ku çekdarên PKK’ê çandibû bi şivanekî 16 salî de teqîya, bi vê sedem şivan bi giranî birîndar bû. Li gor agahiyên taybet yên pêgeha Darka Mazî, Mayîneke PKK’ê bi şivanekî bi navê"Sîrwan Nebî Salih" ku temenê wî 16 salin de teqîyaye, Sîrwan ji şêniyên gundê Vêjan yê ser bi bajarokê Sîdekan e. Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, li roja 28/7/2023an li çiyayê Seroke li kîstanên bajarokê Sîdekan ev ciwanê 16 salî dema mijûlî çêrandina berxên xwe bû, mayîneke çandî ya PKK’ê bi wî de di teqe û di encam de bi giranî birîndar dibe. Çavkaniyên Darka Mazî her weha eşkere kirin, bi sedema vê teqînê destê rastê yê Sîrwan Nebî Salih jêvebûye û herdu lingên wî jî şikestine, niha Sîrwan Nebî li nexweşxaneya Rojava ya Hewlêrê ye û li wir tê tedawî kirin. Ev ne cara yekeme gelê başûr dibe qurbaniyê van mayînên PKK’ê, li piraniya cîhên ku çekdarên PKK’ê lê heyî, welatiyên Başûr rastî çarenûsa bi vî awayî tên û dibin qurbanî.

Mayîna ku çekdarên PKK’ê çandibû bi şivanekî 16 salî de teqîya, bi vê sedem şivan bi giranî birîndar bû.

Li gor agahiyên taybet yên pêgeha Darka Mazî, Mayîneke PKK’ê bi şivanekî bi navê “Sîrwan Nebî Salih” ku temenê wî 16 salin de teqîyaye, Sîrwan ji şêniyên gundê Vêjan yê ser bi bajarokê Sîdekan e.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, li roja 28/7/2023an li çiyayê Seroke li kîstanên bajarokê Sîdekan ev ciwanê 16 salî dema mijûlî çêrandina berxên xwe bû, mayîneke çandî ya PKK’ê bi wî de di teqe û di encam de bi giranî birîndar dibe.

Çavkaniyên Darka Mazî her weha eşkere kirin, bi sedema vê teqînê destê rastê yê Sîrwan Nebî Salih jêvebûye û herdu lingên wî jî şikestine, niha Sîrwan Nebî li nexweşxaneya Rojava ya Hewlêrê ye û li wir tê tedawî kirin.

Ev ne cara yekeme gelê başûr dibe qurbaniyê van mayînên PKK’ê, li piraniya cîhên ku çekdarên PKK’ê lê heyî, welatiyên Başûr rastî çarenûsa bi vî awayî tên û dibin qurbanî.

Pustên heman beş