Ma şervan ji van zarokan çêdibin?

pkk-kec-zarok-kurd-info

Partiya Karkeran keçeke din ya Kurd a 14 salî bi destê artêşa dewleta Tirk da kuştin û ragihand ew milîtana xeta azadîya jinê û rêberê A*PO bû.

Rêxistina PKKê nasnameya keçeke din ya Kurd bi navê “Hediye” aşkere kir ku li 28 tîrmeha îsal 2023ê li herêma Pêncwîn ya li Silêmaniyê ketiye ber êrîşên balafirên keşfê yê dewleta Tirk a dagîrker û berya 3 rojan mirina wê îfşa kir.

Partiya Karkeran di daxuyanîya raghandina mirina vê zarokê de gotiye: Ew fedayî A*PO bûye!.

Keça bi navê Hediye weke bi hezaran keçên din yên Kurdan li ser destê Partîya Karkeran hatiye xapandin û di şerekî bê wate de hat feda kir, li demekê hêjan temena wê tenê 14 salin.

Partiya Karkeran ku êdî mirov dikare navê Partiya Zarokkujan lê bike, ji boy çêkirina şervanan pişt bestinê li ser revandina zarokên Kurdan ji her çar perçeyên Kurdistanê dike û ev yêk ji hêla rêxistinên navdewletî ve hatîye tespît kirin.

Pustên heman beş