Partiya Karkeran nasnameya 5 Gerîlayên li 2018 hatîne kuştin ji nû aşkera kir

pkk-5-garila-hpg-net-info.jpg1

Partiya Karkeran nasnameya 5 çekdarên xwe aşkere ku 3 salan berê hatine kuştin û ji nû îro mirina wan ragihandî ye.

HPGê baskê leşkerî yê Partiya Karkeran roja sêşemî 29/8/2023 nasnameya 5 ciwanên Kurd aşkere kir ku li sala 2020ê li herêma Xerzanê ya girêday parêzgeha Sêrtê li Bakurê Kurdistanê bi destê artêşa dewleta Tirk ya dagîrker dane kuştin û paş derbasbûna 3 salan ji nû ve mirna wan îfşa kir.

Navên wan wisaye:

Eyup Çelîk ji Amedê.

Mensur Nasrî ji Kirmanşanê.

Zafer Koç ji Mêrsînê.

Dilvîn Can ji Êlihê.

Yilmaz Ûzûn ji Erzirom ê.

Partiya Karkeran ev 5 ciwanên Kurd weke bi hezaran rêhevalên wan dane kuştin û mirina wan bi salane li malbatên wan veşartî ye.

 Partiya Karkeran her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan belav dike yên ku di salên berê de feda kirîn û paş derbasbûna demek dirêj ji nû ve mirina wan îlan dike, tê texmîn kirin bi hezaran ciwanên Kurd mabin ku hêjan PKKê nasnameya wan îfşa nekirbe.

Pustên heman beş