Medyaya PKK’ê dîsa nûçeyên fitnê li ser çûna hêzên Pêşmerge bo Sîdekan belav kirin

Medyaya PKK’ê dîsa nûçeyên fitnê li ser çûna hêzên Pêşmerge bo Sîdekan belav kirin

Medyaya PKK’ê bi nûçeyên xwe dijminatiya kurdan didomîne. Herî dawî jî nûçeyên derew li ser çûna hêzên Pasewanên sînor bo devera Sîdekan ku di bin gefa hêzên Îranê de ye belav kir. Di nûçeya xwe de PKK’ê hewl da tevgera leşkerî li vir weke ku êrîşek li dijî wan were kirin nîşan bide.

Sedema bizava li Sîdekan çî ye?

Îro Yekîneya pasewanên Sinor a Iraqê teqwîya leşkerî bo devera Sîdekan ku ji aliyê Îranê ve di bin metirsiyê de ye, kir. Du roj berê partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji kampên xwe yên leşkerî yên li vê herêmê derketin û çûne cihekî nediyar û dûrî sînor. Hêzên Parastina Sînor pêwîst dîtin ku biçin herêma ku partiyên Rojhilatê Kurdistanê şûnda hiştine bigirin.

Ji ber ku ev hêz hêzên fermî ne, dê pêşî li êrîşên Îranê bigire an jî eger êrîşek çêbibbe dê bi hêzên fermî re rû bi rû werin.

Nûçeya manîpulasyonê ya ANF ê

Nûçeya bi sernavê “Nêzîkî 200 wesayîtên zirîpoş yên PDK’ê li ser rêya Sîdekanê ne” duh ji aliyê Ajansa Firat News a PKK’ê hat weşandin. Di nûçeyê de ev agahî hatin dayîn: “Hêzên ku derketine dê bi wesayitên leşkerî yên ku PDK’ê ji Deşta Heyatê û Desta Herîrê bi rê ketine, êrîşî Goşînê, zênîya Sênûnê û Berbizina bikin.

Bi vê nûçeyê PKK’ê xwest wê têgihiştinê çêbike ku “Pêşmerge ji bo êrîşkirina hêzên PKK’ê çûne herêmê”. Ji mêj ve PKK dixwaze hincetekê çêbike ku êrişî hêzên Pêşmerge bike. Herî dawî Dûran Kalkan got, “Eger li Metîna, Gare yan jî Xinêre pêşmerge gavekê biavêjin wê dest bi şer bikin” û destnîşan kir ku ji bo êrîşî hêzên pêşmergeyan bikin li hincetan digerin.

Beşê Soranî yê RojNewsê ev nûçe bi awayekî cuda ragihand       

RojNews ku di heman demê de dezgehê medyayî ya PKK’ê ye û li Silêmaniyê weşanê dike, bi du awayên cuda ev nûçe ragihand. Beşê Tirk bi awayekî berevajî mîna ANF’ê nûçe belavkir. Lê beşa Soranî got, “Hêzên Parastina Sînor ji bo cihê ku hêzên PAK’ê yên Huseyîn Yezdanpena hiştibûn bigirin çûn herêmê.”

Tê gotin ku beşê Soranî ji ber berteka raya giştî û partiyên Rojhilatî tirsiya ev nûçe wiha belavkir.

Ragehandina PKK’ê; Li dijî Herêma Kurdistanê zimanê dijminî bi kar tîne

Her grûpekî medyayî nêzî hin layena ye û li gorî wê siyasetê dike. Lê çapemeniya PKK’ê di belavkirina nûçeyên derew de di asta herî bêexlaqî de dişuxile. Bi taybetî jî dema mijar dibe mijara Kurdistanê, bêyî ku berjewendiyên kurdan li ber çavan bigire dijberî dike. Medyaya PKK ê bi mehan e hewl dide ku êrişî Herêma Kurdistanê bike û dixwaze siyasetmedarên şîe û dewleta Iraqê piştevanê wê bin. Di herî dawiyê de nûçeyên li ser Sîdekan belavkirî hem xizmeta Îranê û hem jî ji Iraqê re dikin.

Hêza rewa ya Pêşmergê Kurdistanê wek hêzên PDK’ê dinirxîne û bêrêzîyê li tekoşîna sed salî ya Kurdan dike.

Pustên heman beş