Tirkiye hişyariyê dide Bafil Talebanî

Bafil-net

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Yaşar Guler ragihand, ew berdewam hişyariyê didin Bafil Talebanî û daxwazê jê dikin dest ji piştgiriya P*K*Kê berde.

Yaşar Guler li ser zêdebûna hevahengiyên P*K*Kê yên li Silêmaniyê, ji bo rojnameya Miliyet a Tirkiyê re axiviye û dibêje: “Em berdewam hişyariyê didin Bafil Talebanî ku dest ji piştgiriya P*K*Kê berde û pêwendiyên xwe yên ligel wê rêxistinê qut bike, eger na rewşa siberojê di berjewendiya Silêmaniyê de nabe.”

Guler herwiha gotiye: “Em çavdêriya liv û tevgerên YNKê dikin û têbîniyên xwe jî ji Iraq û PDKê re didin.”

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê tekezî li ser wê yekê dike ku wan çendîn caran hişyarî dane YNKê, ji ber girtina Balafirgeha Silêmaniyê pêwendiyên wan bi temamî ligel YNKê qut bûne.

 

Çavkanî: Kurdistan24

Pustên heman beş