Rojava: Ciwanên Şoreşger ji ber rexnegirtinê ciwanekî Kurd bi Zincîran girêda, li wî xist û neçar kir ku lêborînê bixwaze

Rojava: Ciwanên Şoreşger ji ber rexnegirtinê ciwanekî Kurd bi Zincîran girêda, li wî xist û neçar kir ku lêborînê bixwaze

Li rojava binpêkirinên mafan berdewam dikin. Ciwanên Şoreşger, hêza derbekera PKK’êya li Rojava, li hemberî rexnegirên desthilata Rojava faşîzmê dimeşîne. Bi darê zorê xelkê naçar dikin ji desthilata rojava lêborînê bixwazin. Xortekî ku bilind bûna bihayê sotemeniyê bi rêjeya 400% rexne kirî hate revandin û îşkence kirin, bi zincîra hat girêdan û neçar kir lêborînê bixwaze û vîdyoya lêborîn xwastina xwe jî parve bike.

Xebata herî dawî ya mafyayê ya rêxistina Ciwanên PKK’ê ya li rojava Ciwanên Şoreşger, revandina ciwanekî li Kobanê bû.

Di daxuyaniya ku ji aliyê aktîvîstê mafên mirovan Mihemed Bozanê ku li ser Rojava xebatên xwe dimeşîne de hate gotin ku Ciwanê ku hefteya borî zêdekirina ji sedî 400 ya bihayê sotemeniyê li Rojava rexne kiribû, hate revandin, rastî îşkenceyê hat û neçar ma ku lêborînê bixwaze.

Ciwanê bi navê rêber Huseyîn li ser hesabê xweyê medyaya civakî zêdekirina sotemeniyê rexne dike û bi çêkirina vîdeoyekê bang li raya giştî dike ku bikevin nava tevgerê û li dijî zêdekirina bihayê sotemeniyê nerazîbûna xwe diyar bikin.

Çend roj piştî vê vîdyoyê rêber Huseyîn ji aliyê rêxistna PKK’ê ya bi navê Ciwanên Şoreşger ve hat revandin. Ciwanê ku rastî îşkenceyên giran hatî, dema dest û lingên wî girêdayî ne, neçar dimîne lêborînê bixwaze û dîmenê wî tê kişandin.

Rêbaza DAIŞê tê bikaranîn

Ciwanên Şoreşger rêxistineke ku li rojava di nava Koordînasyona fermî û nefermîya PKK’ê de cih digire. Çalakiyên bi vî rengî hem bi agahiya PKK’ê hem jî bi agahiya rêveberiya rojava tên kirin. Ev rêxistin saziyeke ku ji destpêka pêvajoya li rojava ve li dijî dijberên PKK’ê yên kurd tê bikaranîn. 

PYD’e li dijî muxalefetê rêbazên DAIŞê bikar tîne. DAIŞê jî bi darê zorê vîdyoyên kesên muxalîf digirt û bi çêkirina vîdeoyan ew ditirsandin.

Demokrasiya Rojava

Her çiqas PKK û medyaya wê her tim pesnê demokrasiya li rojava bidin jî, lê desthilatdarên rojava di eslê xwe de heman rêbazên ku kolonyalîstên kurd li ser kurdan dan meşandin, li dijî gelê kurd bi kar tîne. Di bin navê şanoya demokrasiyê de civîn tên lidarxistin, çalakiyên mafên jinan tên organîzekirin, lê kesekî ku rexne li rêveberiyê bigire jî nayê qebûlkirin. Bi taybetî jî kurdên muxalif rastî her cure çewsandinê tên.

Rêveberiya Rojava hemû rêbazên ku dewleta tirk di salên 1990 de li ser kurdan sepandîn, weke îtîrafkirin, revandin, kuştinên kiryar nediyar û hwd li dijî gel bi kar tîne.

Pustên heman beş